Encûmena Parêzgeha Kerkûkê piştî cejna Qurbanî dicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Pêkhatên Kerkûkê li ser pêkanîna Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê nêzî lihevkirinê bûne û piştî cejna Qurbanî civîna yekê tê kirin. Li dû zanyaran jî, postê parêzgerî bi awayê du sal bi du sal di navbera Kurd û Ereban de li hev tê guhertin.

Li dû zanyarên K24ê, biryar e rûniştina yekê ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê piştî cejna Qurbanî bê kirin. Di dema du heftiyên piştî wê rûniştinê de jî, pêkhat bi lihevkirinê tên pabendkirin.

Perlemanterê Îraqê Erşed Salihî ji aliyê xwe ve ragehand, “Li dû lihevkirina pêkhatan di dawî civîna wan a li gel Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî de, divê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê piştî cejna Qurbanî bicive.”

Perlemantera Îraqê Necwa Hamid Kakeyî jî eşkere kir, “Hevfêmkirin li ser wê yekê heye ku postê Parêzgerê Kerkûkê bi awayê du sal bi du sal di navbera Kurd û Ereban de li hev bê guhertin, lê arêşe ew e ku her du pêkhat daxwaza her du salên pêşiyê dikin.”

Serokê Firaksiyona PDKyê li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Hesen Mecîd jî tekez kir, “Mana rewşa niha ya Kerkûkê wekî xwe tenê xizmeta pêkhata Ereban dike û di berjewendiya Kurdû  Tirkmenan de nîne.”

Ji ber ku bikaranîna post û desthilatên Kerkûkê û mana rewşê bi vî awayî di berjewendiya pêkhata Ereban de ye, her ew jî bi sedema paşxistina Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê tê tometbarkirin.

Nebûna desthilata çavdêriyê li ser îdareya sepandî ya Kerkûkê gendelî di piroje û xerckirin û pûçkirina pereyî de berhem aniye. Ji bilî wê yekê jî, damezrandin û parvekirina erdî û bi dehan mijarên din di berjewendiya pêkhateyeke diyarkirî de ne.