Li Silêmaniyê bikujek hat desteserkirin

Silêmanî
Silêmanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê radigehîne, “Li Silêmaniyê nexweşî û alozî di navbera du welatiyan de çê bû û bû sedema birîndarbûna yek ji wan, ku ji ber giraniya birîna xwe mir.”

Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê li derengê şeva borî (Duşem, 10.06.2024) ragehand, “Li nêzî goristana Seywanê ya bajarê Silêmaniyê nexweşî û alozî di navbera du welatiyan de çê bû û bû sedema birîndarbûna yek ji wan, ji encamê lêdana çeqoyekê ji aliyê bikerê wê tawanê ve.”

Di wê ragehandinê de hatiye, “Piştî gehitşina hêzên Asayîşê ji bo cihê wê rûdanê, tometbarek bi navê Ş. X. hat desteserkirin û birîndarên wê rûdanê jî ji aliyê hêzên Asayîşê ve yekser ji bo nexweşxaneyê hat veguhastin lê ji ber giraniya birîna xwe mir.”

Amaje bi wê yekê jî hat dan, piştî vekolanan wesa diyar bûye ku wî tawanbarî pêştir jî tawan hebûne û vekolan li ser vê dozê berdewam in.