Berzincî: WHO herdem ji bo Herêma Kurdistanê piştevan û alîkar bûye

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Me yadaştnameyeke giring pêşkêşî Rêkxistina Tendirustiyê ya Cîhanî WHO kiriye ku ji bo dezgeh û welatiyan bi alîkariyeke baş di astê tendirustiya giştî de ye.”

Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Saman Berzincî îro (Sêşem, 11.06.2024) li Hewlêrê di kongireyeke rojnamevanî de ragehand, “Îro şanda Rêkxistina Tendirustiyê ya Cîhanî WHO li vê derê ye. Pêştir me yadaştnameyeke giring pêşkêşî wê rêkxistinê kiribû ku ji bo dezgeh û welatiyan bi alîkarî û piştevaniyeke baş di astê tendirustiya giştî de ye.”

Saman Berzincî herwesa got, “Wezareta me, ku tevlî Konferansa Wezîrên Tendirustiyê yên Cîhanê li Bajarê Cinêvê bû, bi wezîrên tendirustiyê yên welatên Erebî û Rojhilata Navîn re civiya û civîneke taybet jî bi berpirsê nû yê WHOyê yê Rojhilata Navîn Dr. Henan Belxî re kir, û herwesa me daxwaz jê kiribû ku serdana Herêma Kurdistanê bike û wî soz dabû ku di mehên bê de serdana Kurdistanê bike.”

Navbirî ji aliyê xwe ve spasiya Berpirsê Rêkxistina Tendirustiyê ya Cîhanî WHO kir ku di berhingarbûna nexweşiyan û kontirolkirina nexweşiyên vegir de herdem piştevan û alîkar û piştgir bûye.”

Wezîrê Tendirustiyê amaje jî da, “Em li Herêma Kurdistanê ji aliyê xwe ve zêdetir çavdêriya rewşê dikin. Nexweşiya taya xwînberbûnê ku li Îraqê belav bûye, em dixwazin li Herêma Kurdistanê bi wî astî nebe û hind belav nebe. Herwesa nexweşiya zikçûnê ku em ber bi werzê germahiyê ve diçin û hemî nexweşiyên vegir bi awayekî giştî. Em dixwazin astê çareserî û korsên rahênanê ji bo çawaniya çareserî û parastinê bên berhevkirin.”

Saman Berzincî tekez jî kir, “Em hêvîdar in Herêma Kurdistanê bi wê yadaştnameya ku me pêşkêş kiriye li ser astê cîhanê bibe ya yekê.”