Elî Teter: Em bizavên rijd ji bo pêşxistina pilana çandinê dikin

Elî Teter
Elî Teter

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Dihokê radigehîne, “Em bizavên rijd dikin ji bo ku pilana çandinê pêş bixin û em bihêvî ne ku temambûna vê pirojeyê, ku li ser astê Îraqê ya yekê ye, ji bo cotyarên deverê bibe paldereke baş.”

Di çarçoveya danana berê binyatî yê pirojeya Bazarê Fêqî û Zerzewatî yê Hevçerx li Akrê ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de, Parêzgerê Dihokê Elî Teter îro (Sêşem, 11.06.2024) gotarek pêşkêş kir û tê de ragehand, “Em dizanin giringiya çandinê taybet ji bo vê deverê û ji bo hemî Kurdistanê û ji bo her komelgehekê çend gelek e. Berhemê çandinê aboreke berdewam a pêşkeftî û bibandor e di jiyana me ya civakî, pîşesazî û ewlehiya xwarinê de.

Elî Teter herwesa got, “Berhemê çandinê dahateke berdewam e. Ji destpêka hebûna civaka mirovahiyê heta niha, berhemê çandinê berdewam hebûye û ber bi zêdebûnê ye.”

Navbirî amaje jî da, “Eger em berê xwe bidin van sê salên dawiyê, demeke gelek kurt e lê eger em bi wijdan behs bikin, hejmarên bedrest, hejmarên pêşveçûna berhemî, qebareya berhemî û kalitiya berhemên çandinê bi bizav û tekoşîna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û piştevanî û rênimayên wî yên rasterast, di vê heyamê de taybet hin berhem li vê deverê gelek zêde bûne.”

Parêzgerê Dihokê ron jî kir, “Ji bo nimûne berhemê petatan îro ji aliyê kalitî û qebareyê ve li ser astê Îraqê li rêza yekê ye.”

Elî Teter eşkere jî kir, “Parêzgeha Dihokê li van çend salên dawiyê di gelek waran de û taybet di warê çandinê de li ser astê Îraqê ya yekê ye. Temambûna vê pirojeyê dê bibe paldereke gelek baş ku em bizaveke gelek rijd bikin ku bi pilanên çandinê yên gelek baş pîşesaziya çandinê peyda bikin.”

Navbirî tekez jî kir, “Em piştrast in ku qezaya Akrê û Berdereş û heta qezaya Şêxanê ji bo pêşveçûna di warê çandinê de şiyanên gelek baş hene. Eger bi duristahî bê rêkkxistin, bê goman dê bibe yek ji baştirîn rûberên çandinê ne tenê li ser astê Îraqê belkî ez dikarim bibêjim zêdetir jî. Vê deverê ew şiyan hene, çi yên avê û çi jî yên zengîniya axa wê.”

Parêzgerê Dihokê li dawiyê jî spasiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber xemxweriya wî û serdanên wî ji bo hemî deveran û giringîdana wî bi çandinê û got, “Ez hêvîdar im em berhemê vê siyasetê li demeke gelek nêzîk bibînin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 11.06.2024) berê binyatî yê pirojeya Bazarê Fêqî û Zerzewatî yê Hevçerx li Akrê dana.

Pirojeya Bazarê Fêqî û Zerzewatî yê Hevçerx li Akrê li jêr navnîşanê “Armanca me pêşxistina kertê çandinê li Herêma Kurdistanê ye” ku li ser astê Herêma Kurdistanê û Îraqê elweya duyê ya herî mezin e, bi gojimê 22 dolaran li ser rûberê 245 hezar metrên ducarkî tê çêkirin û dikeve ser rêya serekî ya Dihok-Akrê.