Daxwaz ji Dozgeriya Diyarbekirê tê kirin lêpirsînê derbarê êrîşa li ser ”Swing Amed” de veke

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê komeke semayê ya bi navê “Swing Amed” ji beriya 2 rojan di demê li parkêke dans dikirin rastî erîşa komeke olparêz hatibûn. Platforma Parastina Bajêr ya Diyarbekirê jî bang lî Dozgeriya Diyarbekirê kir ku lêpirsîneke ber fireh bidê destpêkirin. 

Li Diyarbekirê komek ya semayê ya bi navê “Swing Amed” roja 9ê Hezîranê dema li parkekê sema dikirin, rastî êrîşa komeke olparêz hatibûn û çend ji endamên Swing Amedê birindar bûbûn. Li ser vê yêkê Palatforma Parastina a Bajêr ya Diyarbekirê li ber deriyê Dadgeha Diyarbekirê daxuyanîyeke parve kir. 

Daxuyanî ji aliyê endamê platformê Dr. Elif Tûranê ve hatî xwendin û ragihandin, park cihên cemawerî ne û her kes û her alî dikarin çalekî û bernameyan li vê derê bikin.

Herwiha Tûranê ev êrişa hatiye kirin jî rexne kir û bang lî Dozgerîya Diyarbekirê kir ku lêpirsîneke ber fireh bidê destpêkirin.

Piştî daxuaynîyê parêzera Swing Amedê Gozde Enginê ji axaftineke kir û got:  “Hevalên me yên rastî êrişa hatine, 3 ji wan îfadeya xwe dane û îro ji 6 hevalên din yên me wê îfadeya xwe bidin. Lê hêj kesên ku êriş kirine ne hatine desteserkirin û îfade jî nedane. Kamerayên çavdêr yên ku bûyer kişandine jî, nehatine seyrkirin. Me daxwaza lêpirsînê ji serdozgerîya Diyarbekirê kiriye û emê vê bûyerê bişopînin.