Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Em bi hemû şêweyan piştgiriya cotkarên Herêma Kurdistanê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Berdereşê kir û bi hejmarek cotkarên ku petateyan diçînin re civiya û ragihand, “Em bi hemû şêweyan piştgiriya cotkarên Herêma Kurdistanê dikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 11ê Hezîranê serdana navçeya Berdereşê kir û bi hejmarek cotkarên wê deverê re civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînekê bi cotkaran re destxweşî li cotkaran kir û dilxweşiya xwe ji bo pêşveçûna berhemanîna navxwe nîşan da û tekez li ser wê yekê kir ku ew bi hemû şêweyan piştevaniya cotkaran dikin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo zêdetir pêşdebirina sektora çandiniyê berdewam dibe.

Ji aliyê xwe ve cotkarên Berdereşê dilxweşiya xwe ji bo piştevaniya serokwezîr nîşan dan, çendîn pêşniyar û têbînî ji bo pêşxistina sektora çandiniyê û çareserkirina pirsgirêkên wan pêşkêş kirin. Serokwezîr jî pêşkêşkirina hemû hêsankariyan û piştgiriya li cotkaran tekez kir.