Salane 900 milyon dînar ji bo pêşvebirin, parastin û nûjenkirina navçeyên şûnwarî tên xerckirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Şaredarî û Geştûguzarî aşkere kir, li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, salane 900 milyon dînar ji bo pêşxistin, parastin û nûjenkirina navçeyên şûnwarî tên terxankirin û bi seden projeyên taybet bi arkeolojîkê tên cibicîkirin.

Wezareta Şaredarî û Geştûguzarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 11ê Hezîranê ragihand, ji bo xizmetkirina û giringîdana zêdetir bi navçeyên şûnwarî, Binkeya Şûnwarî ya Kifriyê bû Rêveberiya Şûnwarî û Çandê ya Kifriyê.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê di Kabîneya Nehem de giringiyeke mezin didin warên arkeolojîk. Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî ferman da ku salane 900 milyon dînar ji bo pêşxistin, parastin û nûjenkirina şûnwarên were xerckirin, ligel cîbicîkirina bi sedan projeyên şûnwarnasî di warên nûjenkirin, kolandin û dirustkirina parkên arkeolojî û girêbestên digel zanîngehên navdewletî û bi dehan karên din ên girêdayî bi arkeolojî û çandê li hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê.