Parlamenterê CHPê: Danîna qeyûman binpêkirina demokrasiyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterekî CHPê got: “Piştî civîna yekem a Ozel û Erdogan, di hin mijaran de asayîbûn heye û ew dixwazin hemû pirsgirêkên welêt çareser bikin.

Parlamenterê CHPê yê Edeneyê Burhanettîn Bulut li ser civîna Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê CHPê Ozgur Ozel ji K24ê re ragihand: “Piştî civîna yekem a Ozel û Erdogan, di hin mijaran de asayîbûn heye, wek mînak, hejmarek ji fermandarên leşkerî yên girtî ku nexweş û seqet in, hatin berdan.”

Herwiha got: “Pirsgirêka sereke li welatê me cemsergîrî ye û bandorê li hemû welatiyên me dike. Xwendekar naxwazin li welatê xwe bijîn, mûçeyên xaneşînan kêm in, pergala darazê xirab e, ji ber vê yekê di hilbijartinan de em bûne partiya yekem û em dixwazin pirsgirêkan çareser bikin, ji ber wê jî hevdîtinên bi vî rengî gelek girîng in.”

Parlamenterê CHPê Burhanettin Bulut li ser danîna qeyûm ragihand, tayînkirina qeyûman binpêkirina demokrasiyê û cezakirina wê parêzgehê ye. Ew hewl didin pirsgirêkên Tirkiyeyê bi danûstandinan çareser bikin, bi taybetî jî kêşeya qeyûman.