Komîteyan Madeya 140: Divê milkiyeta zeviyan ji xwediyên wan ên resen re bê vegerandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî nivîseke bilez a Komîteya Cîbicîkirina Madeya 140 a Destûra Iraqê, hemû girêbestên çandiniyê yên rejîma berê dê wek hilweşandî bên hesibandin û divê milkiyeta zeviyên çandiniyê ji xwediyên wan ên resen re bê vegerandin.

Nivîs bi jimare (815) di 22ê Gulana 2024an de, bi îmzeya Serokê Komîteya Cîbicîkirina Madeya 140 Hadî Amirî hatiye weşandin û ji Wezareta Çandiniyê ya Federal ra hat şandin. Li gorî nivîsê, hemû girêbestên çandiniyê yên parêzgeha Kerkûkê ku li gorî biryarên “Lijneya Karûbarên Bakur” hatine çêkirin û bi biryara hejmar (29) ya sala 2012’an ve girêdayî ne, girêbestên çandiniyê yên betalkirî ne.

Xala duyem a nivîsê tekez dike ku divê girêbestên nû rasterast li ser navê xwediyên resen ên zeviyan, ku beriya van biryaran xwediyê zevî bûn, bêne danîn.

Herwiha di nivîsê de ji Wezîrê Çandiniyê yê Federal hat xwestin ku Rêveberiya Çandiniyê ya Parêzgeha Kerkûkê agahdar bike, da ku li ser naveroka wê nivîsê tevbigere.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, 7 sal in cotkarên kurd ên parêzgeha Kerkûkê, di dema çandin û çinîna zeviyên xwe de, rastî pirsgirêk û gefên erebên ji derve hatine (hawede) û artêşa Iraqê tên. Di demekê de ku tapoyên reş a Kurdan li ser zeviyan heye û Erebên hawerde jî bi girêbesta çandiniyê ya serdema Beisê, xwe dikin xwediyê wan zeviyan.

Pirsgirêka zeviyên kurdan li parêzgeha Kerkûkê, vedigere sedema rêjîma Beis a rûxandî. Di sala 1987an de rêjîma Beis di çarçoveya erebkirina Kerkûkê de, kurd ji gundên wan derkirin û ereb ji navend û başûrê Iraqê anîn û zeviyên kurdan li wan belav kirin. Piştî bûyera 16 'ê Cotmehê jî, erebên hawerde dixwazin careke din wan zeviyan ji cotkarên Kurd bistînin.

Her çend e hikûmeta Iraqa federal di sala 2012an de biryara jimare 29 derxist, hemû girêbestên çandiniyê yên rejîma berê li ser zeviyên çandiniyê li parêzgeha Kerkûkê derkiriye û amaje bi vegerandina milkiyeta zeviyan bo xwediyên wan ên resen kiriye, lê belê ne desthilata dadwerî, ne jî wezaretên Çandinî, Berevanî, Navxweyî, Parêzgeh û dezgehên din ên parêzgehê, naveroka biryarnameyê cîbicî nakin.