Nermîn Marûf: Arêşeya mûçeyan bi awayekî bingehîn çare dibe

Nermîn Marûf
Nermîn Marûf

Navenda Nûçeyan (K24) - Endameke Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê dibêje, “Arêşeya mûçeyan fermanberên Herêma Kurdistanê bi awayekî bingehîn çare dibe.” Amajeyê jî dide, “Pêkhata budceya 2024ê heta radeyekî zêde wekî ya budceya 2023ê ye.”

Endama Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê Nermîn Marûf îro (Çarşem, 12.06.2024) di konferanseke rojnamevanî de hûrkariyên budceya 2024ê ya Îraqê eşkere kirin û behsa çarekirina arêşeya mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê jî kir.

Nermîn Marûf got, “Stayl û pêkhatên budceya 2024ê ya Îraqê heta radeyekî zêde wekî yên budceya par in. Budceya weberhênanê tenê 55 tirilyon dînar e, ya ku zêde bûye tenê budceya bikaranînê ye. Di nav vê de jî, pişka şêrî bi ber para mûçeyan keftiye.”

Navbiriyê eşkere jî kir, “Pişka Herêma Kurdistanê di budceya 2024ê ya Îraqê de 12.67% ye ku dibe zêdetirî 20 tirilyon û 910 milyar dînaran. Bi vî awayî arêşeya parvekirina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê li van nêzîkan bi awayekî bingehîn çare dibe.”

Wê Endama Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê di derheqa hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de jî got, “Du tirilyon û 700 milyar dînar ji budceya weberhênanê ji bo berhemanîna petrola Herêma Kurdistanê hatine terxankirin.”

Budceya 2024ê ya Îraqê ji 211 tirilyon û 861 milyar û 312 milyon danaran pêk tê, ku 13 tirilyon dînaran ji budceya sala borî zêdetir e. Herwesa xercî jî, wekî ku di xişteyên budceyê de hatiye, ji 156 tirilyon û 843 milyar dînarên xerciyên bikaranînê û 55 tirilyon û 17 milyar dînarên xerciyên weberhênanê pêk tên.

Pişka Herêma Kurdistanê bi her du xerciyên bikarbirinê û weberhênanê ve digehe 20 tirilyon û 910 milyar û 463 milyon û 911 hezar dînaran, xerciya bikarbirinê 14 tirilyon û 840 milyon û 223 hezar dînaran pêk tîne, ji wê hejmarê jî 11 tirilyon û 580 milyar dînar ji bo mûçeyên Herêma Kurdistanê hatine terxankirin û bi vî awayî her mehê 965 milyar dînar ji bo xerciya vî warî tên veguhastin.