Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Balyozê Fransayê li Iraqê tekezî li ser giringiya lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê îsal di demeke guncayî de û bi beşdariya hemû alî û pêkhateyan kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 12ê Hezîranê pêşwazî li Balyozê nû yê Fransayê li Iraqê Patrick Dorrel kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de xwast, ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên dostane yên di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de.

Balyozê Franseyê amadebûna welatê xwe ji bo pêşvebirina peywendiyên dualî tekez kir û amaje bi wê jî da, di demek nêzîk de şandeke kompaniyên Fransî dê bi mebesta pêşxistina bazirganî û veberhênanê serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de, giringiya lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di demeke guncayî ya îsal de û bi beşdariya hemû alî û pêkhateyan hate kirin, ku pêwîst e bi awayekî azad, dadperwerane û bawerpêkirî bên kirin.

Çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingeha destûrê û dabînkirina maf û şayesteyên darayî yên Herêmê, mijareke din a hevdîtinê bû.