Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê bi serdanekê gihîşt Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê Elî Baqirî Kenî îro 13ê Hezîranê bi serdanekê gihîşt Bexdayê. Biryar e jî serdana Herêma Kurdistanê bike û bi berpirsên pilebilind ên Herêmê re bicive.

Medyaya Iraqê belav kir, Serperiştê Wezarte Derve yê Îranê Elî Baqirî Kenî îro gihîşt Bexdayê û ewê bi hejmarek ji berpirsên Iraqî bicive re û pêwendiyên Îran û Iraqê gotûbêj bike.

Diyar kir jî, Baqirî dê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re bicive û çend mijarên girêdayî her du welatan gotûbêj bikin.

Ev yekem seredana Baqirî ye ji dema wergirtina posta Wezîrê Derve bi wekalet, li şûna Husên Emir Ebdullahiyan ku roja 19ê Gulanê di bûyera ketina helîkoptera Serokkomarê Îranê de canê xwe jidest dabû.

Baqirî roja 11ê Hezîranê ji K24ê re ragihandibû: “Peywendiyên me bi Iraq û Herêma Kurdistana Iraqê re cihê razemendiyê ne. iha rêjeyeke berçav a peywendiyên aborî yên di navbera Îran û Iraqê ji Herêma Kurdistanê de heye. Di pêşerojê de di derbarê pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan de, gelek zelalî heye. Komara Îslamî ya Îranê girîngiyeke mezin dide pêşxistina peywendiyan bi Iraq û Herêma Kurdistanê re.”