Serokwezîr Mesrûr Barzanî û şandeke Neteweyên Yekgirtî danûstandinan li ser serhijmêriyê dikin

Mesrûr Barzanî û Leyla Bekir
Mesrûr Barzanî û Leyla Bekir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Birêvebera Nivîsîngeha Herêmatiyê ya Sindoqa Neteweyên Yekgirtî ya Şêniyan kir û di civînekê de tekez kir ku pêdivî ye serhijmêrî tenê ji bo merema pêşxistina şêniyan be û dûrî her armanceke siyasî be.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 13.06.2024) pêşwaziya Birêvebera Nivîsîngeha Herêmatiyê ya Sindoqa Neteweyên Yekgirtî ya Şêniyên Welatên Erebî Leyla Bekir kir.

Di wê civînê de, danûstandin li ser kar û piroje û çalakiyên Sindoqa Neteweyên Yewkgirtî ya Şêniyan li Îraq û Herêma Kurdistanê di warên pêşxistina şiyanên bicihanîna amar û serhijmêriya şêniyan de hatin kirin, xasma ku biryar e di Mijdara îsal de serhijmêriya giştî li Îraqê bê kirin.

Pêşxistina alîkarî û hevahengiyên navbera aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî li gel Sindoqa Neteweyên Yekgirtî ya Şêniyan re hat tekez kirin, pêxemetî biserxistina piroseya serhijmêriyê ku pêdivî ye tenê ji bo merema pêşxistina şêniyan be û bi awayekî dadperwerane û dûrî her armanceke siyasî bê kirin.