Birêveberiya Belgeyên Tawanan a Herêma Kurdistanê li cîhanê rêza şeşê bi dest xist

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberiya Belgeyên Tawanan a Herêma Kurdistanê yek ji wan birêveberiyan e yên ku ji yekalîkirina dozên tawanan li Herêma Kurdistanê berpirs in, di kêbirkêya navdewletî ya DNA ya dozên aloz de li ser astê cîhanê rêza şeşê bi dest xist.

Birêveberiya Belgeyên Tawanan a Herêma Kurdistanê ji çend pişçkan pêk hatiye û nûtirîn amûrên pişkinînê bi kar tîne, her roj pişkinînan ji bo dozên tawanan yekalî dike, divê di qonaxa yekê de biselimîne ku tawanbarê wê doza pişkinînê jê re dike mirov e.

Pişkinînkera Şareza ya Bayolojî li Birêveberiya Belgeyên Tawanan a Herêma Kurdistanê Narîn Ebdula ji K24ê re got, “Bi awayekî giştî me ji bo yekalîkirina dozên pişkinînê heftiyek divê heta em bigehin encaman lê gelek caran di dozên bilez û hestyar de me di dema 24 seetan de encamên pişkinînan derxistine.”

Yek ji giringtirîn dozên ku di demeke kêm de li Birêveberiya Belgeyên Tawanan a Herêma Kurdistanê hatine yekalîkirin doza wê xizmetkarê bû ya ku di êrîşa Îranê ya li ser mala Şehîd Pêşrew Dizeyî li Hewlêrê de winda bûbû, herwesa dozên Enfal û jenosîdên Êzidiyan û zarokên winda yên Helebceyê jî hin ji wan dozan in.

Birêveberê Pişka Bayolojî ya Birêveberiya Belgeyên Tawanan a Herêma Kurdistanê Eqîdê Bayolojî Dr. Şaxewan Xalid ji aliyê xwe ve ji K24ê re got, “Piştî ku doza wê xizmetkara winda ya mala Şehîd Pêşrew Dizeyî peyda bû, me pişkdarî di wê kêbirkê de kir û ev cara yekê ye ku şarezayên Kurd bi wî awayî dikarin di kêbirkêyekê de nimreyeke bilind bi dest bixin û navê Birêveberiya Belgeyên Tawanan a Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî bê anîn.”

Tiştê giring li vê birêveberiyê hebûna wan alavên pêşkeftî yên pişkinînan e ku li nav ezmûngeha wê hene, ji bo cara yekê jî li ser astê Îraqê data beysa DNA ya şêniyan hatiye danan.