Perwêz Rehîm: Îran berjewendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re li ber çav werdigire

Navenda Nûçeyan (K24) - Şarezayekî siyaseta navdewletî amajeyê dide, “Eşkere bûye ku bi dijminatiya Herêma Kurdistanê ewlehî û aborê Îranê parastî nabe.” Herwesa dibêje, “Helwesta Îranê bi aliyê derve re xasma piştî rûdanên 07.10.2023ê û şerê Hemas û Israîlê hatiye guhertin.”

Şarezayê Siyaseta Navdewletî Perwêz Rehîm îro (Pêncşem, 13.06.2024) ji K24ê re got, “Komara Îslamî ya Îranê Herêma Kurdistanê wekî aktoreke serbixwe nabîne, lewma peywendiyên wê ji demekê bo demeke din bilind û nizim dibin.”

Perwêz Rehîm amaje jî da, “Ev serederiya Komara Îslamî ya Îranê û serdana Wezîrê Derve yê Îranê Elî Baqirî ji bo Hewlêrê awayekî itîrafkirina bi wan berjewendiyan e yên ku wî welatî bi Herêma Kurdistanê re hene.”

Navbirî herwesa got, “Rûdaneke giring e ku Komara Îslamî ya Îranê mijar û berjewendiyên xwe yên siyasî, ewlehî, aborî û bazirganî yên bi Herêma Kurdistanê re li ber çav werdigire.”

Wî Şarezayê Siyaseta Navdewletî eşkere jî kir, “Hin guhertin li ser astê navxweya Îranê û li ser astê herêmî û navdewletî hene ku wesa kiriye Îran pêdaçûnê di siyasetên xwe li beranberî Herêma Kurdistanê de bike.”

Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê Elî Baqirî îro (Pêncşem, 13.06.2024) bi serdaneke fermî gehişt Bexdayê, biryar e sibe serdana Herêma Kurdistanê jî bike û bi berpirsên mezin ên Herêma Kurdistanê re jî bicive.