Naveroka civîna Mesrûr Barzanî û Elî Baqirî; giring e peywendî zêdetir bên bihêzkirin

Mesrûr Barzanî û Elî Baqirî Kenî
Mesrûr Barzanî û Elî Baqirî Kenî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê tekezê li ser bihêzkirina peywendiyan û parastina ewlehî û seqamgiriya Îraqê, Herêma Kurdistanê û deverê dikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (În, 14.06.2024) pêşwaziya Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê Elî Baqirî Kenî kir.

Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê civînê de danûstandin li ser peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê hatine kirin, herwesa her du alî li ser berdewamkirina peywendiyên dualî li ser bingeha berjewendiyên hevpar hevnerîn bûn.

Her wesa di wê ragehandinê de hatiye ku, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdebarî dubare diyarkirina hevxemiyê ji bo wexerkirina Serokkomar û Wezîrê Derve yên Îranê û hevalên wan, tekez li ser giringiya pêşvebirina peywendiyan bi Îranê re û parastina ewlehî û seqamgiriya Îraq û Herêma Kurdistanê û deverê kir.

Her di wê ragehandinê de amaje hatiye dan ku, Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê daxwaza welatê xwe ji bo bihêzkirina peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re di hemî waran de tekez kir. Herwesa spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ji bo alîkarî û hêsankariyan ji bo serdankerên Îranî ku serdana cihên pîroz ên başûr û naverastên Îraqê dikin.

Piştî wê civînê jî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê di konferanseke rojnamevanî ya hevpar de amaje da giringiya wê serdanê û danûstandin li ser arasteya baştirkirina peywendiyên dualî di warên cuda cuda de kir.