Serok Barzanî pêşwaziya Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê dike

Serok Barzanî û Elî Baqirî Kenî
Serok Barzanî û Elî Baqirî Kenî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê dike û her du alî bi hev re danûstandinan li ser rewşa siyasî ya deverê û Îraqê dikin, herwesa tekezê li ser pêşxistina peywendî û dostîniya navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê dikin.

Serok Mesûd Barzanî îro (În, 14.06.2024) li Pîrmamê pêşwaziya Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê Elî Baqirî Kenî kir.

Di wê hevdîtinê de danûsttandin li ser rewşa siyasî ya deverê û Îraqê hatin kirin û tekez li ser pêşxistina peywendî û dostîniya navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê xasma di warên aborî, bazirganî û keltûrî de hat kirin.

Her di wê hevdîtinê de Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê rêz ji bo helwesta Herêma Kurdistanê li beranberî rûdana keftina helîkoptera Serokkomarê Îranê û hevalên wî û wexerkirina wan hebû, herwesa spasiyên welatê xwe ji bo şandina şanda taybet a Herêma Kurdistanê ji bo tevlîbûna di behiya Serokkomarê Îranê û hevalên wî de gehandin Serok Barzanî.