Serok Barzanî pêşwaziya şandeke bilind a Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya şandeke bilind a Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê dike û pê re danûstandinan li ser rewşa Kurdan li Sûriyeyê û dawî pêşhatên siyasî yên wî welatî dike.

Serok Mesûd Barzanî îro (În, 14.06.2024) li Pîrmamê pêşwaziya şandeke bilind a Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê bi serokatiya Sikirtêrê Giştî yê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Dr. Selah Derwêş kir.

Di wê hevdîtinê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa Kurdan li Sûriyeyê û dawî pêşhatên siyasî yên Sûriyeyê û peywendiyên navbera aliyan li hev guhertin.

Her di wê hevdîtinê de, Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo hevahengî û hevkariya navbera aliyên resen ên Kurdî yên Sûriyeyê tekez kir.