Li bazarên Diyarbekirê tevger zêde ye, firotin kêm e

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê di nav bazaran de ji bo danûstandina cejna Qurbanê tevger zêde bûye. Li bazara Sakaryayê jî wekê van bazarên din qelebalixî zêde ye lê li gor dikandaran firotin gelek kêm e. Welatî jî dibêjin kes nikare gorî dilê xwe danustandinê bikin.

Amadekariyên Cejna Qurbanê di hemû kuçe û kolanên Diyarbekir de xwe dide der. Sûka Sakaryayê jî yek ji navendên girîng ên danûstana cejnê ye bi piranî kesên derfetên wan ên darayî kêm in tên vê caddeyê. Welatî li ber dikanan cil û bergên li gorî berîka xwe digerin. Gelek caran ji tişkekê nastînin û derbas dibin. Dikandarên kolanê diyar dikin ku buhayên pêdawîstiyan zêde ne û hatnuçoyek bêwate heye ku tevger heye lê firotin kêm e.

Dikandar İzet Çevik: “Her diçe ku rewş nebaş dibe. Berê cejin xweştir bun, qelebalix bun. Niha welatî ji aliyê aboriyê ve ne baştire. Ji ber ku danusatandin li gor salên borî kem e.”

Bi taybetî malbatên xwecihî yên Diyarbekirê, bi dehan sal in di cejnan de pêdawîstiyên xwe ji vê derê dabîn dikin. Ji ber ku li gel buhabunê ev der disa jî erzantire. Li gor welatîyan ne cejn weke berê ne û ne jî jîyan.

Welatî Erdal Kaya: “Me hinek pêdivîyên xwe girtine, hinek jî mane. Em nikarin gorî dilê xwe tiştan bigrin, tine kesên dewlimend li gorî dilê xwe tiştan digirin.”

Welatî Veysel Karatş: “Min keçka xwe anîye, tine min 2 hep kinc û soleke girtîye 2-3 hezarên min çu. Ji bo xwe min tine soleke girtiye. Hêdi me dev ji xwe berdaye. Em zikê xwe têrdikin û zarokên xwe dinerin.”

Sala derbasbûyî di cejna Qurbanê de, gumlekê ku 300 lîre bû, niha bûye 500 lîre. Hinek kes neçar in ku ji bo keyfa zarokên wan bê cilan digrin, hinek kes jî bi dest vale diçin mala xwe.