4 çekdarên DAIŞê li Heseke û Dêrazorê hatin girtin

HSD
HSD

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Hesekê û Dêrezorê di du operasyonên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlekariya Navxwe (asayîş) de, 4 çekdarên DAIŞê hatin girtin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, hêzên HSDê û asayişê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî, du operasyonên ewlehiyê li gundewarê Heseke û Dêrazorê pêk anîn.

Li gorî zanyariyan, 2 çekdarên DAIŞê li bajarokê Bisêra yê gundewarê Dêrazorê û 2 çekdarên din jî li gundê Îskenderon yê ser bi bajarokê Tel Hemîsê li Parêzgeha Hesekê hatin girtin.

Li gorî heman çavkaniyê, kesên hatine desteserkirin bi encamdana teqînan li deverê tên tometbarkirin. Navê du ji wan eşkere bû ku yek bi navê Ebû Şam û yê din jî bi navê Seid Mehcûb tê naskirin.

Ji aliyê xwe ve, Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de behsa operasyona li Til Hemîsê kir û got, “Tîmên Operasyonên Taybet (TOL)  li gundê Îskenderon ê Til Hemîsê, 2 endamên rêxistina terorîst Muhened Mehcûb El-Medlûl ê bi navê (Ebî Şam) tê naskirin û Seid Mehcûb El-Medlûl ê bi navê (Ebî Sedam) tê naskirin, girtin.

HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji Adara 2019an ve, piştî kontrolkirina bajarokê Baxozê, dest bi qonaxa dûvçûn û lêgerîna li şaneyên DAIŞê yên razayî kiriye.