Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 80 ajelan dike qurbanî û li ser hejaran belav dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di cejna Qurbanê de, goştê qurbanan li ser malbatên hejar û kêmderamet ên Herêma Kurdistanê dabeş dike.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Mûsa Ehmed îro 16ê Hezîranê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, Serok Barzanî ew erkdar kirine di boneyên olî û niştimanî de, bi hemahengî li gel dezgehên xêrxwazî ​​yên Kurdistanê, hemû şiyanên xwe bo xizmetkirina hejar, kêmderamet û koçberan bikar bînin.

Mûsa Ehmed da zanîn: “Îsal xerciya giştî ya çalakiyên me zêdetirî 7 milyar dînar derbas kir, ku 15 hezar û 450 zarok ji projeya Zarokên Ezîz sûdmend bûn, bi buhayê 4.575 milyon dolar cilên zarokan li ser 569 zarokan hatin dabeşkirin, ligel xwarin û selikên xwarinê ji bo 500 malbatan.”

Herwiha got: “Me 80 ciwanga ji parêzgehên Kurdistanê, ji Kerkûk heta Helebce, Silêmanî, Hewlêr û Duhokê re dabîn kirine, ew ajel tên serjêkirin û li ser hejaran belav bikin.”