Bandora encamên hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê li ser Tirkiyeyê

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Serkeftina rastgirên tund a li Parlamentoya Ewropayê, li Tirkiyeyê jî tê mereqkirin ku dê bandoreka çawa li ser pêwendiyên Enqereyê û Brûkselê bike. Zanyarên siyasetê diyar dikin, li ser şerê Ukraynayê, pirsa penaberan û pêwendiyên aborî berjewendiyên bihêz di navbera welatên Ewropî û Tirkiyeyê de hene lewma pirsa Kurdî û pirsa maf û azadiyan ji bo Ewropayê xema sereke niye û demek dirêje hatiye paşgûhxistin. Lewma serkeftina rastgirên tund çi bandoreka bingehîn li ser pêwendiyên aliyan nake.

Tirkiyeyê di demekê de ku pêvajoya endamtiya wê bo Yêkitiya Ewropayê xetimiye, hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê ji nêzik ve şopand. Lewra Yêkitiya Ewropayê di rapora xwe ya herî dawî de li ser binpêkirinên maf û azadiyan rexneyên giran li Enqereyê girtibû û piştî serkeftina rastgirên tûnd jî nayê çaverêkirin ku, ev helwesta Brûkselê bigûhere.

Zanyarê siyasetê Dr.Ufuk Uras ji K24ê re got: “Rastgirên tund girîngiya pêşiyê nadin demokrasiyê. Ew di welatên xwe de vê mijarê bo xwe zêde nakin xem di siyaseta derve de qet nakin. Wekî din Ewropa di warê enerjiyê de naxwaze girêdayî Rûsyayê be û pêwîstiya xwe ji Rojhilata Navîn dabîn bike ku ew xetên enerjiyê ji Tirkiyeyê derbas dibin. Lewma pêwendiyên Tirkiyeyê û Yekîtiya Ewrpayê carna aloz bibin jî têk naçin.”

Di serkeftina rastgirên tûnd de siyaseta wan a dijayetîkirina penaberan roleka xwe diyar hebû û piştî şerê Ukraynayê jî  Yekîtiya Ewropayê girîngiyeka zêdetir da siyaseta ewlekariyê. Li gor zanyarên din ên siyasetê hem ji ber van her du sedeman hem jî ji ber danûstandinên aborî, Yekîtiya Ewropa dê pêwendiyên xwe yên digel Tirkiyeyê biparêze. 

Zanyarê siyasetê Mehmet Yaşar Altundag dibêje: “Ev demeke dirêj e di navbera Tirkiyeyê û Yekîtiya Ewropayê de pêwendiya berjwendiyan heye. Hêviya Ewropayê ew e ku, bila Tirkiye bibe qerekoleka sînorî û mazûvaniya penaberan bike lê pirsa Kurdî û demokrasiye dikare paşgûh bixe. Lewma gûherîna hevsengiyên li Parlamentoya Ewropayê bandoreka zêde li ser Tirkiyeyê nake. Dê pêwendiyên wan wekî niha li ser bingeha berjwendiyan berdewam bibe.”

Ne pirsa Kurdî ne jî pirsa maf û azadiyan. Niha mezintirîn xema Ewropiyan penaberên neyasayî ye û Tirkiye jî bo rêgirîkirina wan gûncavtirîn welat e û lewma nayê çaverêkirin di pêwendiyên Enqereyê û Brûkselê de piştî serkeftina rastgirên tûnd guherînên bingehîn çêbin.