Li Tirkiyeyê di roja yekem a Cejna Qurbanê de 16 hezar kes birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Di roja yekem a Cejna Qurbanê de, bi hezaran kes li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber serjêkirina qurbanan de birîndar bûn. 

Wezîrê Tenduristiyê ye Tirkiyeyê Fahrettîn Koca îro li ser hejmara xwe tora civakî “X” ragihand, li seranserê Tirkiyeyê nêzî 16 hezar kes di dema qurban serjê dikirin de birîndar bûn.

Koca nivîsî: “Di roja yekem a Cejna Qurbanê de 1274 kes li Enqerê, 840 kes li Stenbolê û 416 kes li Îzmirê, li seranserê Tirkiyeyê bi giştî nezî 16 hezar kes dema serjêkirina qurbanê da birîndar bûne û serî li saziyên tenduristiyê dane.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyeyê amaje bi wê kir, “Serjêkirina qurbanan ku ji aliyê pisporan ve nayê kirin, dibe sedema rewşên wiha yên. Em ji kesên ku heta niha ajalên xwe serjê nekirine daxwazin ku baldar bin.”