Emar Hekîm: Çarenekirina arêşeya postê Serokê Civata Nûneran arêşeyeke mezin e

Emar Hekîm
Emar Hekîm

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Niştîmanî radigehîne ku valahiştina postê Serokê Civata Nûneran arêşeyeke mezin e, herwesa daxwazê dike ku aliyên siyasî bi danûstandinan wê arêşeyê çare bikin.

Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Niştîmanî Emar Hekîm di gotarekê de ragehand, “Ev zêdetirî heft mehan e ku postê Serokê Civata Nûnerên Îraqê vala maye. Ev arêşeyeke mezin e û xizmeta piroseya siyasî û wê seqamgiriyê nake ya ku em bangeşeyê jê re dikin, lewma divê ev post bi lihevkirina siyasî bê yekalîkirin.”

Emar Hekîm daxwazê ji tevaya hêzên siyasî dike, “Vê arêşeyê li dû destûr û tevlîbûna niştîmanî yekalî bikin, ji bo ku nebe sedema duberekî û hevrikiyan di navbera pêkhateyeke diyarkirî de. Em tekez dikin ku hevgirtina me nîşana bihêziya me ye.”

Ev di demekê de ye ku di pênc rûniştinên Civata Nûneran û sê piroseyên dengdanê de, Civata Nûnerên Îraqê nekariye serokekî nû hilbijêre, ev jî piştî ku desthilata dadwerî li 14.11.2023ê Serokê berê yê Civata Nûnerên Îraqê Mihemed Helbûsî ji postê wî dûr xist.

Dengdan ji bo hilbijartina serokekî nû ji bo Civata Nûnerên Îraqê li roja Şemiyê, 18.05.2024 hat destpêkirin, ku Mehmûd Meşhedanî, Salim Îsawî, Telal Zewbeî û Amir Ebdulcebar xwe ji bo wî postî kandîd kiribû.