Alî Yerlîkaya: Di 2 rojên cejnê de 16 kes mirin û 2716 kes jî birîndar bûn

Diyarbekir (K24) - Wezîrê Karûbarên Navxweyî yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya da zanîn ku di 2 rojên cejnê de di encama qezayên trafîkê de 2 hezar û 716 kes birîndar bûne û 16 kes jî mirine.

Wezîrê Karûbarên Navxweyî Alî Yerlîkaya bîlançoya 2 rojên pêşiyê yên Cejna Qurbanê aşkere kir. Li gorî zanyariyên ji aliyê wezîr ve hatine parvekirin, di 2 rojên pêşiyê yên cejnê de di encama qezayên trafîkê de 2 hezar û 716 kes birîndar bûne û 16 kes jî mirine.

Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku hêzên Cendirme û polîsan bo ewlekariya welatiyan bergiriyên pêwîst wergirtine û bi baldariyeke mezin pişkinîn bi awayeke berdewam tên kirin.

Alî Yerlîkaya da zanîn ku di roja duyê de di nava 24 seetan de 726 qeza rû dane, 11 kes mirine û 1295 kes jî birîndar bûne. Yerlîkaya amaje kir ku 289 hezar û 400 wesaît ji pişkinînê derbas bûne, 18 hezar û 889 wesaît ketine ber pişkinîna lezçûnê û her wiha 17 hezar û 227 wesaît jî ji pişkinînên din derbas bûne. Alî Yerlîkaya bang li welatiyan kir ku pabendê trafîkê bin û kembera ewlekariyê bi kar bînin.