Di cejnê de welatî berê xwe didin cih û warên dîrokî yên Stenbolê

Stenbol (K24) – Xelkê Stenbolê betlaneya cejnê û bêramberbûna wesaîtên giştî bo geşta cih û warên dîrokî yên Stenbolê wekî derfet dîtine û hinek ji wan bi malbata xwe re, hinek ji wan jî bi dost û hevalên xwe keyfa cejnê dikin. Hemara geştiyarên navxwe ku xwestine ji vê derfetê sûdmend bibin û ji bajarên din serdana Stenbolê kirine ne kêm e.

Yek ji derfetên cejnê ji bilî serdan û dîtina kesûkar û nas û dostan, geşt û seyran e. Xelkê Stenbolê ev du roj in bi têra xwe sûd ji vê derfetê werdigrin û berê xwe didin cih û warên dîrokî yên vî bajarî. Mizgefta Sileymaniyeyê jî yek ji wan cihan e û beşek ji mêvanên wê di bin darên wê yên sedan salî de bêhna xwe vedidin û beşek ji wan jî bi kelecanî li pey dîrokê dikevin.

Welatî: “Eyd gelek xweş derbas dibe û em digel zarokên xwe hatin vir û me xwest vê cihê delal û dîrokî bibînin. M eli vê derê nimêja xwe jî kir û em dê ji vir biçin cihên din ên dîrokî.”

Welatî: “Wekî hevjînê min jî got, cejin gelek xweş derbas dibe. Em hatin vê mizgeftê daku şopên bav û kalên xwe bibînin ku çi kirine, çawa jiyane û çi ava kirine. Li Stenbolê cihên gelek xweş ên dîrokî hene û bi rijdî pêşniyar dikim werin van cihan bibînin.”

Di cejnê de herçend bimilyonan kes ji Stenbolê biçin bajarên din jî,  yên ji bajarên din serdana Stenbolê dikin jî ne kêm in.

Welatî: “Em ji Diyarbekirê hatin vir. Hem ji bo cejnê hem ji bo geştê hatin. Em berî niha li Taksîm û Galata Kulesî bûn û niha em hatin vê derê. Cihên dîrokî xweş in.”

Welatî: “Em ji Şehîtlika Stenbolê hatine vir. Diyarbekir gelek germ bû, me got em biçin bajarekî ku hem behir hebe û hem jî bo geştê xweş be. Piştî cejnê em dê biçin behrê jî û paşê em dê vegerin Diyarbekirê.”

Yek ji sûdên ku vê geştê xweştir dike, bêberamberbûna wesaîtên giştî ye û heta dawiya cejnê welatî dikarin bêberamber li metro, metrobûs, keştî û pasên şaredariyê siwar bibin û bi dilê xwe Stenbolê bigerin.