Li Soranê amadekariyên temam ji bo pêşwazîkirina geştiyaran hatine kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo pêşwazîkirina geştiyaran li Soranê, amadekariyên temam hatine kirin. Xwediyê otêlekê jî diyar kir ku hemû otêl bi geştyaran tijî bûne.

Hejmarek mezin ji geştyarên naverast û başûrê Iraqê hatine navçeyên geştiyariyê Mêrgesor, Xelîfan, Sîdekan, Riwandiz û Çomanê yên Îdareya Serbixwe ya Soranê.

Li gorî amaran, di her du rojên destpêkê yên Cejna Qurbanê de zêdetirî 25 hezar geştiyar ji naverast û başûrê Iraqê û bajarên Herêma Kurdistanê giheştine navçeyên geştiyarî yên Soranê.

Xwediyê hotêleke Soranê Ebdula Resûl ji K24ê re ragihand, hotêla wî dikare pêşwazî li nêzîkî 200 geştiyaran bike, lê beriya Cejna Qurbanê hemû ode ji aliyê geştiyaran ve hatine dagirtin. Li Soranê ji ber hejmara mezin ya geştyaran ti cih li hotêla wî û hotêlên din nemaye.

Ebdullah Resûl got, hemû pêdiviyên geştiyaran li hotêla wan û hemû hotêlên din ên Soranê hatine dabînkirin. Di eger derketina her rewşek nexwestî de jî, hemû rêkarên ewlehiyê hatine girtin.

Ji aliyekî din, Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Hatûçûnê ya Soranê, Muhsin Tehsîn ji K24ê re ragihand, li gorî plana her çar rojên Cejna Qurbanê, li hemû deverên geştyarî yên Soranê, otombîlên taybet, polîsên hatûçûnê û tîmên taybet hatine danîn.

Muhsin Tehsîn da zanîn, li her navçeyeke geştyarî, efserek û hejmarek polîsên hatûçûnê bo çavdêriya wê deverê hatine bicihkirin. Ger li deverekê qelebalixek çêbibe, çareseriyên pêwîst ji geştyran re dikin.