115 nivîskar û rewşenbîrên Tirkiyeyê banga dawîkirina sîstema qeyûman dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – 115 nivîskar û rewşenbîrên navdar ên Tirkiyeyê banga dawîkirina sîstema qeyûman kirin. Di nava wan de, wergirê xelata Nobelê yê Edebiyatê Orhan Pamuk jî heye.

115 Nivîskar û rewşenbîr û hunermendên navdar yên Tirkiyeyê ku di nava wan de, wergire xelata Nobelê ya Edebiyatê Orhan Pamuk, helbestvan û nivîskar Murathan Mungan jî hene, danîna qeyûman wek derbeya li ser hêviya pêkvejiyanê binav kirin. Nivîskaran daxwaza demildest vekişandina qeyûmê Şaredariya Colemêrgê kirin.

Ew 115 nivîskar, rewşenbîr û hunermendan bi daxuyaniyeke hevbeş dan xuyakirin, danîna qeyum, binpêkirinan mafê hilbijartinê ya gelê Colemêrgê û hemû gel e û binpêkirineke mezin ya destûrê ye. Niviskaran daxwaza bidawîkirina sîstema qeyuman kirin ku bi tu awayê bi demokrasî û mafnasiyê re nagunce.

Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş roja 3ê Hezîranê hat binavkirin û ji postê xwe hat dûrxistin û qeyûm li şûna wî hat bicihkirin, roja 5ê Gulanê jî ji aliyê Dadgeha Colemêrgê ve bi 19 sal û 6 mehan hat cezakirin. Nerazîbûnên li dijî danîna qeyûm li ser Şaredariya Colemêrgê jî berdewam dikin.