Hejmareke zêde ya malbatên DAIŞiyan ji bo Îraqê hatine vegerandin

Kempa Holê
Kempa Holê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê eşkere dike ku, ji wan bîst hezar Îraqiyên ku di nav kempa Holê de ne, heta niha sê hezar ji wan ji bo nav civaka Îraqê hatine vegerandin.

Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê îro (Sêşem, 18.06.2024) hejmara wan Îraqiyan ên ku li kempa Holê mane tomar kir û haydarî li ser metirsiya mana wan li nav wê kempê da. Wê wezaretê piştrast jî kir ku ew malbatên tên vegerandin wesa tên berhevkirin ku bikarin têkelî civakê bibin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Îraqê Kerîm Nûrî di beyannameyekê de ragehand, “Tevaya wan kesên ku li kempa Holê ne ew kes in ên ku ji ber terorsitên DAIŞê revîne, xasma ew malbat in ên ku di şerên Baxoz û Dêrezûrê de revîne”. Amaje jî da ku, lijneyeke bilind ji bo vekolana rewşa wan hatiye pêkanîn.

Kerîm Nûrî herwesa got, “Piştî pişkinîn û komkirina zanyar li ser malbatên revî yên kempa Holê, wezareta me biryar da ji bo kempên berhevkirina nav civakê li Cedheyê bên vegerandin, ew kesên ku hejî wê yekê ne vebigerin malên xwe çi binpêkirinên ewlehiyê yên tomarkirî nînin.”

Navbirî amaje jî da, “Mana wan li wê kempê mimkin e bibe sedema çêbûna faktereke metirsîdar ji DAIŞiyên terorist.” Ron jî kir ku, “Hejmara giştî ya şêniyên kempa Holê zêdetirî 50 hezar kesan ji welatên cuda cuda ye, di nav wan de jî 20 hezar kes ji Îraqê ne.”

Cîgirê Wezîrê Derve yê Îraqê eşkere jî kir, “Hejmara wan Îraqiyan ên ku vegeriyane malên xwe gehiştiye nêzî sê hezar kesan.” Amaje jî da, “Ew kesên ji kempa Holê bo civaka berhevkirinê li Cedheyê tên veguhastin, li dû bersivên wan li ser berhevkirina wan ji bo nav civakê dimîne, hin ji wan bi lez bersivê didin û hin jî dereng dimînin.”