Feysel Sadiq: Nêzî 35 hezar geştyaran hatine sinorê Soranê

Feysel Sadiq
Feysel Sadiq

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Giştî yê Birêveberiya Geştyarî ya Îdareya Serbixwe ya Soranê radigehîne, “Di rojên cejnê de, nêzî 35 hezar geştyaran berê xwe daye deverên geştyarî yên Îdareya Serbixwe ya Soranê.” Herwesa got, “Hatina geştyaran rewşa bazarî baştir kiriye.”

Birêveberê Giştî yê Birêveberiya Geştyarî ya Îdareya Serbixwe ya Soranê Feysel Sadiq îro (Sêşem, 18.06.2024) ji K24ê re ragehand, “Di rojên yekê û duyê yên cejnê de, nêzî 35 hezar geştyaran berê xwe daye deverên geştyarî yên Îdareya Serbixwe ya Soranê.”

Feysel Sadiq got, “Vejîneke gelek baş li nav Sûka Çomanê peyda bûye.” Herwesa got, “Hatina geştyaran rewşa bazarî baştir kiriye.”

Li dû amarên Birêveberiya Geştyarî ya Îdareya Serbixwe ya Soranê, rojekê berî cejna Qurbanî hejmareke zêde ya geştyaran ji naverast û jêriyên Îraqê hatine deverên geştyarî yên wê îdareyê, yanî her şeş qezayên Mêrgesor, Xelîfan, Sîdekan, Rewandiz, Çoman û Qezaya Navendî ya Soranê.

Berdevkê Birêveberiya Giştî ya Hatinçûnê ya Soranê Muhsin Tehsîn jî ji aliyê xwe ve ji K24ê re got, “Li dû wê pilana ji bo her çar rojên cejna Qurbanî hatiye danan, li hemî deverên geştyarî yên sinorê Soranê erebeyên taybet, polîsên trafîkê û mefrezeyên taybet dê hebin.”