Fermangeha Peywendiyên Derve lidûçûnê ji bo qurbaniyên belemeke penaberan li peravên Îtalyayê dike

Wêneyê binavbûna belemeke penaberan li peravên Îtalyayê
Wêneyê binavbûna belemeke penaberan li peravên Îtalyayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê lidûçûnê ji bo piroseya di-hawarê-çûna qurbaniyên belemeke penaberan li peravên Îtalyayê dike.

Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya ragehandinekê de amaje da, “Mixabin di du rojên borî de nûçeya binavbûna belemeke veguhastinê ya koçberan li peravên welatê Îtalyayê belav bû.”

Wê fermangehê herwesa got, “Hejmareke welatiyên Herêma Kurdistanê di nav wê belemê de hebûne, heta niha hejmareke wan hatine rizgarkirin û çarenivîsa hejmareke wan jî nediyar e.”

Zêdebarî diyarkirina hevxemiyê ji bo wê rûdanê, fermangeha navbirî li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re û herwesa bi rêya Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê bi dezgehên fermî yên Îtalyayê re di peywendiyê de ye, zêdebarî pêkanîna odeyeke operasyionan ji bo ku ji nêz ve çavdêriya wê rewşê bike û lidûçûnê bike da ku her tiştekî pêdivî ji qurbaniyan re bê kirin.

Herwesa di wê ragehandinê de hatiye, “Îro hejmareke kesûkarên qurbaniyên wê rûdanê peywendî bi Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re kiriye û daxwaza alîkarî û lidûçûnê kiriye.