Rêzan Hemesalih: Termên sê koçberên Kurd ên swarên belema peravên Îtalyayê hatin dîtin

Rêzan Hemesalih
Rêzan Hemesalih

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê dibêje, “Tiştê ku heta niha hatiye zanîn ew e ku çar swarên Kurd ên belema peravên Îtalyayê mirine û termên sê ji wan hatine dîtin, herwesa şeş Kurdên din jî ku swarên wê belemê bûn hatine rizgarkirin.”

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê Rêzan Hemesalih îro (Sêşem, 18.06.2024) taybet ji K24ê re got, “Em di kêlîka yekê ya karesata wê belemê de li ser xetê bûn. Li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, hêsankarî ji bo vegerandina termên qurbaniyan û dîtina windabûyiyan tên kirin.”

Rêzan Hemesalih amaje jî da, “Tiştê ku heta niha hatiye zanîn ew e ku çar swarên Kurd ên belema peravên Îtalyayê mirine û termên sê ji wan hatine dîtin, herwesa şeş Kurdên din jî ku swarên wê belemê bûn hatine rizgarkirin û niha li yek ji nexweşxaneyên Îtalyayê ne.”

Navbiriyê eşkere jî kir, “Nayê zanîn ka çend kes li wê belemê swar bûbûn lê piraniya wan Erebên Sûriyeyê ne. Herwesa li destpêkê agir berbûye motorê wê belemê û ji ber wê yekê jî binav bûye, niha dadwerê Îtalyayê mijûlî vekolana wê dozê ye.”

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê tekez jî kir, “Em dê sibe biçin wî cihî yê ku ew karesat lê qewimiye, ji bo ku ji nêz ve çavdêriya rewşê bikin.”

Medyaya Îtalyayê duhî (Duşem, 17.06.2024) parve kir ku, belemeke koçberan di nav ava Îtalyayê de binav bûye û bi dehan koçber winda ne ku hin ji wan Kurd in.

Medyaya Îtalyayê eşkere jî kir ku, polîsên Îtalyayê termên 10 koçberên swarên wê belemê dîtine û çarenivîsa 60 koçberên din jî diyar nîne.