Zaxo.. Ciwanek li gundê Şînava yê nahyeya Rizgariyê xeniqî

Zaxo
Zaxo

Navenda Nûçeyan (K24) - Ciwanek li gundê Şînava yê nahyeya Rizgariyê ya girêdayî Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê xeniqî.

Bergiriya Şaristanî ya Zaxoyê di ragehandinekê de eşkere kir ku, îşev (Sêşem, 18.06.2024) seet 9:10 ê şevê peywendî bi birêveberê wan Raîd Cemal Hisên Xelîl hatiye kirin û bi hebûna rûdaneke xeniqînê di rûbarê Xabûrî de hatine haydarkirin.

Bergiriya Şaristanî ya Zaxoyê amaje jî daye, li nêzî gundê Şînava yê nahyeya Rizgariyê, ciwanekî 29 salî bi navê Î. S. N. ku xelkê Sûriyeyê ye xeniqiye.

Bi berhevbûna efserê nobedar û Berpirsê Niqomvanên Bergiriya Şaristanî ya Zaxoyê, tîmên niqomvanan yekser qesta cihê wê bûyerê kir û li seet 10:14 ê şevê termê wî hate derxistin û ji bo Pizişkiya Dad a Zaxoyê hate veguhastin.