Di cejnê de gelek geştiyar ji Herêma Kurdistanê çûne Stenbolê

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Di Cejna Qurbanê de gelek geştiyar ji Herêma Kurdistanê serdana Stenbolê kirine. Geştiyar her çend bo cewê xwe xweş bikin û cih û warên ciwan ên Stenbolê bibînin geşt kiribin, gazindên wan jî hene. Li gor wan Tirkiye êdî welatekî gelek biha ye û geştiyarêkî ku rewşa wî ya aborî zêde baş nebe, nikare tameke xweş ji geşta xwe bibîne.

Tirkiye êdî ne tenê ji bo welatiyên Tirkiyeyê ji bo geştiyaran jî biha ye. Bi helkefta Cejna Qurbanê hejmareke zêde geştiyarên Herêma Kurdistanê serdana Stenbolê kirine û li gor wan Tirkiye êdî wekî caran ne welatekî erzan e û ji xwarin û vexwarinê heta cil û bergan bihabûneka awarte peyda bûye û ev yek jî çi tam di geşta wan de nehişitiye.

Geştiyarê ji Dihokê: “Berî du sê salan em dihatin baş bû, erzan bû. Lê niha gelek tişt du sê qat giran bûne. Ji otêlan û heta xwarin û vexwarinê her tişt gelek biha ye.”

Geştiyarê ji Zaxoyê: “Beriya du salan, sê salan te seetekê kirîbaya 300-400 lîre bû. Lê niha çûye hezar û hezar û 100 lîreyan. Ji bilî wan pêlav, cil û berg û xwaringeh gelek gelek biha ye.”

Hin geştiyar bi taybet ji bihabûna otelan gazindan dikin lê li gor hin geştiyaran jî Tirkiye welatekî hê erzan e. 

Geştiyarê ji Dihokê: “Hemî tişt giran bûye. Otêl, taksî, av. Niha tu avek ji vir bikirî ew jî giran bûye. Ez par hatibûm, min otêlek girtibû şeva wê 30 dolar bû. Heman otêl niha 60 dolar e.”

Geştiyarê ji Dihokê: “Tişt her wekî xwe ye. Lê heke derfeta xwe bibînin dê biha bifroşin geştiyaran. Em zimanê vê derê nizanin. Geştiyar dema ziman nezane dê gelek tiştan biha bikire. Heke bizanin tu Kurdî, an Ereb î an jî ji dewleteka din hatî dê tiştên xwe giran bidin te.”

Li Tirkiyeyê ji ber helawsana dijwar geşlek tişt jixwe du-sê qat biha bûne. Lê heke mirov şarezayê wî welatî nebe û zimanê wî nezane ev bihabûn dikare bibe çar heta pênc qat jî.