Li Çiyayê Mawayê piştî operasyona leşkerî şer derket

Navenda Nûçeyan (K24) – Hat ragihandin ku li Herêma Mawayê ya Heskîfê piştî operasyona leşkerî, şer derketiye û ketin û derketina ji gundê Xirbêkûr hatiye qedexekirin. 

Li gundê Xirbêkûr ku dikeve Herêma Mawayê ya bi ser navçeya Heskîfa Êlihê ve, duh operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Hat zanîn ku piştî operasyonê, bi şev şer qewimî ye.

Li gorî agahiyan, şer berdewam dike û ketin û derketina li gundê Xirbêkûr hatiye qedexekirin. Her wiha toreyên telefonan û enternet jî li gund hatiye birîn. 

Hat ragihandin, tevgereke zêde ya helîkoptêran li herêmê heye. 

Parêzgarê Êlihê di daxuyaniyekê de diyar kir, qedexeya ketin û derketinê li gundê Xirbêkûrê dê heta 3ê Tîrmehê berdewam bike.