Rizgarbûyên keştiya li peravên Îtalyayê binav bûbû ji K24ê re behsa bûyerê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Kurdistan24 li gel hejmareke rizgarbûyên wê keştiya ku li peravên Îtalyayê binav bûbû ku niha li nexweşxaneyeke wî welatî di bin çavdêriya bizîşkî de ne axivî û wan behsa vê bûyerê kirin.

Roja 17ê Hezîranê, medyaya Îtalyayê ragihandibû, bi dehan koçber di encama binavbûna du keştiyên koçberan de li Deryaya Sipî li peravên Îtalyayê xeniqîn ku hejmarek ji Kurdan tê de bûn.

Kesekî rizgarbûyî ji peyamnêra K24ê re gotin, di keştiya de 76 kes hebûn ku piraniya wan kurdên başûr û rojhilatê Kurdistanê bûn, ligel du malbatên Afxanî.

Kesekî din jî got, di belemê de 27 zarok û jinên ducanî tê de bûn, 5 rojan di nav avê de man heta ku polîsên peravê yên Îtalyayê bi hawara wan ve hatin.

Got jî: “Dema ku wan em rizgar kirin, em 12 kes sax mabûn û yek jî di dema rizgarkirinê de canê xwe ji dest da. Ji 76 rêwiyên di belemeyê de tenê 11 sax man. ”

Peyamnêra K24 bi ji çend kesên din ên rizgarbûyî re axivî û li ser rewşa wan axivî û got, ew di rewşeke derûnî ya xirab de ne, ji ber ku kesên herî nêzîk xwe li ber çavên xwe ji dest dane.

Peyamnêra me got jî: “Yên rizgar bûne poşman in ku wan ew rê hibijartine û xwe û malbatên xwe kirine qurbanî, lê ji ber ku berdêlên giran dane, naxwazin vegerin. Ligel wê  jî ew daxwaz ji welatiyên Herêma Kurdistanê û beşên din ên Kurdistanê dikin ku xwe li vê rêya metirsîdar nexin.”

Peyamnêrê K24ê got: “Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana li dezgehên pêwendîdar ên hikûmeta Îtalya û nexweşxaneyê kirin û bi berpirsên Wezareta Navxwe ya Îtalya re lêkolînan ji bo dîtina termên windayan dikin.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez li ser wê yekê kir, eger ew koçber bixwazin dê alîkariyê ji bo vegerandina wan kesên rizgarbûyî bikin, herwiha ew ê bi hikûmeta Îtalyayê jî re dê hêsankariyê bo vegerandina termên wan bo welatê xwe bikin.”