Hikûmeta Herêmê ji bo şopandina bûyera binavbûna keştiya koçberan tîmek şand Îtalyayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo ji nêzîk ve bûyera binavbûna keştiya koçberan li peravên Îtalyayê, tîmek şand wî welatî.

Piştî ku li ser raspardeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi beşdariya Wezareta Navxwe û Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmetê jûreyek operasyonê hat avakirin da ku ji nêzîk ve çavdêriya rewş û encamên binavbûna keştiyekê bike, îro tîmek ji bo Îtalyayê hat şandin.

Fermangeha Pêwendiyên Derve di daxuyaniyekê de diyar kir, armanca şandina tîmê bo Îtalyayê, ji bo hevahengî ligel nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li wî welatî, pêwendî bi saziyên fermî yên Îtalyayê bikin û serdana cihê bûyerê bikin.

Fermangeha Peywendiyên Derve ragihand: “Em xizmên qurbaniyan û welatiyên Herêma Kurdistanê dilniya dikin ku emê hemû hewlên xwe bo lêkolînê li ser çarenivîsa qurbaniyan bidin û em ji bo her hevkarî û hevahengiya  lihel aliyên peywendîdar jî amade ne.

Medyaya Îtalî ragihand, roja Duşemê (17.06.2024) keştiyeke koçberan li peravên Îtalyayê de noqî avê bû û bi dehan koçber ku beşek ji wan Kurd in, winda ne.