“Li Tirkiye û Libnanê gotara kîn û nefretê li dijî penaberên Sûrî zêde bûye”

Koçberên Sûrî
Koçberên Sûrî

Navenda Nûçeyan (K24) – Gotara kîn û nefretê li dijî penaberên Sûrî yên ku li Tirkiye û Libnanê dimînin, di çend salên dawiyê de zêde bûye. Penaber rastî êrîş û lêdanê, carcaran jî rastî bûyerên kuştin jî tên. Ji bilî wê yekê, desthelata herdu welatan dest bi dersînorkirina penaberan kiriye û kar ji bo bidawîkirina hebûna penaberan dike.

Ji destpêka kirîza Sûriyeyê di 2011an de û heya niha, penaberiya ji Sûriyeyê berdewam e. Li gorî amarên ne fermî, nêzî 10 milyon penaberên Sûrî li seranserî cîhanê belav bûne.

Penaberiya ku ji bo bidestxistina jiyaneke aram û ewle dest pê dike, ne her dem dighêje armanca xwe. Li hin welatan ew penaber rastî nejadperestiyê û êrîşan tên, wek ku di çend salên dawiyê de li Libnan û Tirkiyeyê çêdibe.

Li Tirkiyeyê ku derdora 3.7 penaberê Sûrî lê dimînin, penaber rastî aloziyan tê û bi taybetî piştî havîna 2021ê, dema ku kirîza aborî li wî welatî kûrtir bûye, ji wê demê gotara kînê li dijî penaberan tûndtir bûye û êrîş li dijî wan zêdetir bûne, haletên kuştina penaberan jî ji ber nejadperestiyê hatine tomarkirin.

Li ser asta fermî jî, tedbîr li dijî penaberên Sûrî hatine girtin, wek nûnekirina îqameyên demkî yan kumlik û derkirina bi darê zorê, ku li gorî amarên fermî yên desthelata wî welatî heya niha zêdeyî 600 hezar penaber bo Sûriyeyê hatine vegerandin.

Rewşa penaberên Sûrî li Libnanê jî ne ji ya li Tirkiyeyê baştir e ku êrîş û kampînên kînê li dijî wan piştî kuştina berpirsê Partiya Qiwat a Libnanî Paskal Silêman, zêdetir bûne û gihştiye asta ku gef û lêdana penaberên Sûrî bi awayekî eşkere li kolanan tê kirin, bêyî ku ti tedbîreke fermî ji bo parastina penaberan bê standin, belkû berûjavjî wê yekê rê li pêş hêzên ewlehiyê hat vekirin, da ku penaberan dersînor bikin, bi bihaneya ku hebûna wan li Libnanê ne yasayî ye.

Ji ber wê yekê jî proseya vegerandina penaberên Sûrî ji Libnanê ku hejmara wan 800 hezar penaber derbas dike, bileztir bûye.

Di lêkolîneke ku ji aliyê Saziya Semîr Qesîr ve hatiye amadekirin derketiye holê ku axaftina nefretê li Libnanê zêde bûye, heta ku bûye rêbazeke “rêxistinkirî” ku bandorê li raya giştî dike.

Hejmareke tekez û belgekirî derbarê hejmara penaberên ji Libananê hatine vegerandin tune ye, lê rêxistinên Netewên Yekgirtî tekez dikin ku kesên vegerandî, li ser destê hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê rastî eşkence û binçavkirinê hatine.