Rapora salane ya Aştiyê: Iraq yek ji welatên herî nearam ên li cîhanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Iraq di raporta salane ya Aştiya Cîhanî de ku ji aliyê Peymangeha Aborî û Aştiyê ve hatiye belavkirin, di rêza 151emîn a nearamtirîn welatên cîhanê de cih digire.

Rapora salane ya Peymangeha Aborî û Aştiyê eşkere dike, ev çend sal in aştî û aramî li dehan welatan nemaye, Iraq jî yek ji wan welatan e.

Di raporê de 163 welat cih digirin, Iraq jî bo sala 2024’an di warê aştî û ewlehiyê de, di rêza 151’emîn a welatên cîhanê de cih digire. Îzlanda weke welatê herî aram ê cîhanê hatiye binavkirin. Yemen jî di rêza 163'an de, di binê rêzê de ye.

Şerên li Ukrayna û Filistînê ji sedemên sereke yên nebûna aşitiya cîhanê tên diyarkirin, ku heta dawiya sala 2023an nêzîkî 163 hezar kes hatine kuştin, tenê di çar mehên yekem ên îsal de, 47 hezar kes di şer û pevçûnan de hatine kuştin.

Ji bo sala nehemîn li pey hev, Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê weke herêmên herî bê ewle yên cîhanê hatin binavkirin.

Di dawiya sala 2023 de, zirara aborî ya cîhanî ya ji tundûtûjiyê, gihîşiye 19.1 trîlyon dolar. Zêdetirî 95 mîlyon mirov li seranserê cîhanê ji ber şer û pevçûnan koçber û penaber bûne.

Hinardekirina çekan zêdetir bûye. Amerîka, Fransa, Rûsya, Çîn û Almanyayê welatên herî zêde çek hinarde kirine ne. Hinardekirina herî zêde jî ji bo 6 ji Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur bûne.

Dron yek ji çekên herî bi bandor ên vê serdemê têne hejmartin, bi tenê di sala 2023 de, 4,957 êrîşên dron hatine tomar kirin û 3 hezar kes jî pê hatine kuştin.