Li daristanên Çanakale û Uşakê du şewatên mezin derketine

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Çanakale û Uşakê di şewatên daristanên de herî kêm 575 hektar daristan şewitîn. 530 kes ji deverê hatin dûrxistin.

Li bajarên herêma Egeyê şewatên mezin ziyanên mezin digihînin daristanên Rojavayê Tirkiyê. Herî dawî li Çanakale û Uşakê du şewatên mezin derketin.

Ji ber şewatan 530 kes ji deverên şewatê hatin dûrxistin û çend gund hatin valakirin.

Parêzgariya Çanakaleyê da xuyakirin, bi hemû 9 firoke, 6 helîkopter û nêzîkî sed makîneyên kar, hewlên vemirandinê didomin.