30 deverên Heskîfê wek herêmên ewlekariya leşkerî hat ragihandin

Heskîf
Heskîf

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji aliyê Parêzgeriya Êlihê ve hat ragihandin, li bejahiya Heskîfê herêma ewlekariyê ya leşkerî hatiye ragihandin û hişyarî hatiye dayîn ku welatî bêdestûr nekevin wan herêman.

Parêzgeriya Êlihê da zanîn ku 30 deverên dikevin nava bejahiya Heskîfê de wek herêma ewlekariyê ya leşkerî hatine destnîşankirin.

Parêzgerî dibêje, ew dever li bin kontrola Fermandariya Cendirmeyan a bajêr de ne û divê welatî bêdestir nekevin wan deverên ku hatine destnîşankirin ku derbarê welatiyên bêdestur bikevin nav wan deveran dê kiryarên sizadanê werin cîbicîkirin.

Hat ragihandin, biryara herêma ewlekariya ya leşkerî ya 19ê Hezîranê dest pê kiriye, dê heta 3ê Tîrmehê bidome.

Ev di demekê de ye, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Ali Yerlikaya eşkere kir, di operasyonên “Bozdogan-43” yên li çiyayên Agirî û Êlihê de, 5 gerîla hatin kuştin.