Efserekî polîsên Kerkûkê di dema wergirtina bertîlan de hat desteserkirin

Polîsên Kerkûkê
Polîsên Kerkûkê

Navenda Nûçeyan (K24) - Efserekî polîsên Kerkûkê di dema wergirtina bertîlan de hat desteserkirin û fermana desteserkirina wî ji bo efserekî bi pileya muqedem derkeft. Li Bexdayê jî kesek bi tometa madeyên hişber hat desteserkirin.

Desteya Destpakiyê ya Îraqê di ragehandinekê de amaje da ku, tîmên wan efserekî polîsên Birêveberiya Fermangeha Ewlehiya Karmendên Kerkûk - Karûbarên Navxweyî di dema wergirtina bertîlan ji welatiyekî de, li dû madeya 307ê ya tawanan, hat desteserkirin.

Li dû wê ragehandinê, wî efserî li beranberî azadkirina erebeyeke taybet a desteserkirî ku zêdegaviyek kiribû, daxwaza pereyî ji welatiyekî kiribû. Desteya Destpakiyê dibêje, piştî ku ew li ser wê mijarê hatin haydarkirin, bi hevahengiya wî welatî bûseyek ji bo efserî li nav bajarê Kerkûkê dana ji bo ku ji wê mijarê piştrast bibin û dema ku ew efser mijûlî wergirtina bertîlan bû, wan ew desteser kir.

Di pareke din a wê ragehandinê de amaje hatiye dan, bi biryara dadwerî, fermana desteserkirin û vekolanê ji bo Birêveberê Fermangeha Ewlehiya Karmendên Kerkûk - Karûbarên Navxweyî jî ku pileya muqedem heye derkeftiye û li ser eynî pirsê vekolan pê re tê kirin.

Ji aliyekî din ve Birêveberiya Polîsan a Devera Resafeyê ya Bexdayê di ragehandinekê de desteserkirina welatiyekî di dema revînê de ragehand, ku demanceyek, hejmareke hebên hişber û amûrê bikaranîna madeyên hişber û çend nasname û pasport pê re bûn.