Rizgarbûyiyeke belema binavbûyî ya Îtalyayê: Em çar rojan bê av û xwarin man

Roya
Roya

Roma (K24) - Rizgarbûyiyeke din a belema binavbûyî ya Îtalyayê ji K24ê re dibêje, “Em 76 kes di nav wê belemê de bûn û em ji bo dema çar rojan bê av û xwarin man”.

Roya ku yek ji rizgarbûyiyên belema binavbûyî ya Îtaylyayê ye ji K24ê re ragehand, “Dema ku ew belem kun bû, swarên wê bizav kir avê di nav wê de nehêlin lê bizavên wan ji xwe bûn. Piştî nêzî 10 deqîqeyan, ew belem binav bû û piraniya swarên wê keftin nav avê.”

Royayê amaje jî da, “Piştî nêzî nîv seetê, ew belem bi ser avê keft û me gelek daxwaza alîkariyê kir, lê çi kesek di hawara me nehat û em ji bo dema çar rojan bê av û xwarin man”.

Navbiriyê herwesa got, “Ew kesên ku di nav wê belemê de mabûn di dema çar rojan de tûşî arêşeyên derûnî bûbûn. Hin ji wan ji ber tênîbûn û birsîbûnê nekarî xwe bigirin, lewma roj bi roj hejmara me kêm dibû.

Royayê eşkere jî kir, “Li destpêkê em 76 kes di nav wê belemê de bûn, ji wê hejmarê jî 27 zarok û jin bûn. Herwesa piraniya swaran Kurd bûn.

Medyaya Îtalyayê li roja Duşemê, 17.06.2024, parve kir ku belemeke koçberan li peravên Îtalyayê binav bûye û hejmareke zêde ji swarên wê winda bûye, ku welatiyên Herêma Kurdistanê jî tê de bûn û dixwast derbaz bibin Almanyayê.

Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li roja 18.06.2024ê ragehand, “Li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re û herwesa bi rêya Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê bi dezgehên fermî yên Îtalyayê re di peywendiyê de ye, zêdebarî pêkanîna odeyeke operasyionan ji bo ku ji nêz ve çavdêriya wê rewşê bike û lidûçûnê bike da ku her tiştekî pêdivî ji qurbaniyan re bê kirin.