Îtalyayê neh termên din ên belema binavbûyî ya peravê Kalabriyayê dîtin

Wêneyê wê belema ku di peravê Îtalyayê de binav bû
Wêneyê wê belema ku di peravê Îtalyayê de binav bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Medyaya Îtalyayê eşkere dike, zêrevanên peravên Îtalyayê îro neh termên din ên belema binavbûyî ya koçberan li nêzî peravê Kalabriyayê dîtine.

Medyaya Îtalyayê amajeyê dide ku mimkin e 60 kes di binavbûna belema Îtalyayê de xeniqîbin ku 26 ji wan zarok in.

Ajansa ANSAyê ya Nûçeyan a Îtalyayê parve kiriye, zêrevanên peravên Îtalyayê îro (Pêncşem, 20.06.2024) neh termên din ên belema binavbûyî ya koçberan li nêzî peravê Kalabriyayê dîtine. Herwesa got, “Ew term li nêzî belema binavbûyî ya Duşema borî hatine dîtin., nêzî 100 kîlometran li dûrî peravê Kalabriyayê.

Li dû zanyarên wê medyaya Îtalyayê, ew belem berî heşt rojan ji Tirkiyeyê bi rê keftiye. Ji ber binavbûna wê, nêzî 60 kesan winda ne ku 26 ji wan zarok in.

Wê ajansê eşkere jî kiriye, di dema çend rojên borî de termên heşt koçberên din hatine dîtin. Amaje jî daye, ev karesata duyê ya herî mezin a koçberan e ku li Îtalyayê diqewime, piştî binavbûna keştiyekê li Şibata 2023ê li bajarê Katroyê li Kalabriyayê, ku tê de bi kêmî ve 94 koçber xeniqîn û 35 ji wan zarok bûn.