Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Desteya Dadwerên Îtalyayê re dicive

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Desteya Dadwerên Îtalyayê re di civînê de ye
Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Desteya Dadwerên Îtalyayê re di civînê de ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji bo zanîna rastiya rûdana binavbûna belemekê li peravên Îtalyayê û çarenivîsa wan koçberan ên ku heta niha termên wan nehatine dîtin, Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Desteya Dadwerên Îtalyayê re dicive.

Şandiya K24ê Aware Hewramî ragehand, “Tevî destpêka civîna Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Desteya Dadwerên Îtalyayê re, ez hatim haydarkirin ku termên şeş koçberên din jî hatine dîtin.”

Aware Hewramî herwesa got, “Merema Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku bizane hejmara swarên wê belemê çend bû, herwesa ew term jî bên dîtin ên ku hêşta di nav avê de mane.”

Şandiye K24ê amaje jî da, “Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê lidûçûnê dike ji bo ku bizane rastiya wê rûdanê çawa bûye û vekolanên li ser wê dozê gehiştine çi qonaxekê. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezê li ser wê yekê dike ku Hikûmeta Îtalyayê ji bo dîtina wan termên hêşta di nav avê de mane alîkar be.”

Li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, odeyeke operasyionan bi tevlîbûna Wezareta Navxwe û Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk hat, ji bo ku ji nêz ve çavdêriya rewş û encamên binavbûna belemeke veguhastina koçberan li peravên Îtalyayê bike. Di eynî demê de, tîmek jî ji bo Îtalyayê hat şandin.

Medyaya Îtalyayê li roja Duşemê, 17.06.2024, parve kir ku belemeke koçberan li peravên Îtalyayê binav bûye û hejmareke zêde ji swarên wê winda bûye, ku welatiyên Herêma Kurdistanê jî tê de bûn û dixwast derbaz bibin Almanyayê.