Penaberên li Tirkiyeyê li cihê çûna Ewropayê mayînê hildibijêrin

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Tirkiye piştî şerê navxwe ya Sûriyeyê bûbû welatekî transît bo koça penaberan ber bi Ewropayê ve. Lê di salên dawî de hejmara penaberên ku nexwestine biçin Ewropayê û li Tirkiyeyê mane kêm niye. Li gor pisporan sedema sereke ya vê encamê dijayetîkirina penaberan li Ewropayê û çanda nêzik a xelkê Tirkiyeyê û penaberan e. Lê li gor hin pisporan jî Ewropa ji ber maf û alîkariyên civakî gelek xweş û gûncavtir e ji Tirkiyeyê bo penaberan.

Tirkiye ku dimîne nava du parzemînên wekî Asya û Ewropayê, bi taybetî di van deh salên dawî de bûye welatekî transît bo derbasbûna koçberên ku berê xwe didin welatên rojavayî.

Lê wergirtina rêkarên tûnd ên ewlekariyê, bilindbûna pêla nîjadperestiyê li Ewropayê li dijî penaberan, pirsiyar li ser pêgeha wê ya transîtbûnê dirûst kiriye. Herçend çûna penaberan bi ser Tirkiyeyê vê dawiyê sist bûbe jî ranawestaye. Lewra li gor hin pisporan welatên Ewropî berevajî Tirkiyeyê, mafên geş ên civakî pêşkêşî penaberan dike û statû dide wan.

Hevseroka Komeleya Goçîzder’ê Kamîle Kandal ji K24ê re got: “Tirkiye îro mafê penaberiyê nade kesên ku ji Rojhiata Navîn û Asyayê û Efxansîstanê hatine vir. Mafê xwesipartinê dide wan. Heke mafê penaberiyê bide wan, divê hemû maf û alîkariyên civakî jî pêşkêşî wan bike. Lê ji ber bargiraniyaa aboriyê Tirkiye vê nake. Lê welatên Ewropî mafê penaberiyê didin hemû penaberan û lewma dê penaber bixwazin biçin Ewropayê li şûna ku li Tirkiyeyê bimînin.”

Li gor amarên fermî li Tirkiyeyê nêzikê pênç milyon penaber hene ku piraniya wan xelkê Sûriyeyê ne. Hin pisporên civakî jî balê dikşînin ser nêzikbûna nirxên çandî yên penaberan û xelkê Tirkiyeyê û di wê baweriyê de ne ku, piraniya penaberên ku li Tirkiyeyê mane xwe bi vê bi nêzikbûna çandan û nirxên olî sipartine.

Pisporê Civakî Musa Demîr got: “Koçberên ku dest ji çûna Ewropayê berdane û li Tirkiyeyê mane, hêviyên xwe yên çandî û aborî ji Tirkiyeyê hene. Koçber, hem ji aliyê olî hem ji aliyê çanda civakî ve Tirkiyeyê nêzikê xwe dibinin û dema ku derfetên kar jî peyda dikin naxwazin bikevin rêyeka nediyartir. Herwiha koçber dema xwe li Tirkiyeyê li gor Ewropayê ewletir dibînin dikarin li vir bimînin di demekê de ku rastgirên tûnd ên Ewropayê bername û pilanên xwe hene bo dersînorkirina hemû koçberan.”

Li Ewropayê maf û alîkariyên geş ên bo penaberan zêdetir in ji yên li Tirkiyeyê. Lê li Ewropayê dijayetîkirina penaberan gihiştiye lûtkeyê û berevajî vê jî hikûmeta Tirkiyeyê beramber penaberan xwedî siyaseteka nerm e. Ev e jî dikare bibe sedemek ku Tirkiye pêgeha xwe ya transîtbûnê ji dest bide û bibe warê penaberan.