Şewata li Diyarbekir û Mêrdînê bandor li 78 kesan kir

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Di encama şewata zeviyên navbera Diyarbekir û Mêrdînê de li gorî çavkaniyên fermî 5 kes mirin û çavkaniyên herêmî dibêjin hijmara miriyan zêdetir e. Kes û karên qurbaniyên şewatê dibêjin şewat ji kabloyên kehrebeyê derket û ji nişka ve li qadeke gelek berfireh belav bû.

Şeva derbasbuyî li gundên sînorê Diyarbekir û Mêrdînê de ku girêdayî navçeyên wek Çinar  û Şemrexê ne şewatek mezin derket Li gorî daxuyaniya Wezareta Tendirustiya Tirkiyeyê di encama şewatê de 11 welatiyan jiyana xwe jo dest dane û metirsî heye hijmara miriyan zêdetir bibe, daxuyaniya wezaretê de tê amajekirin ku rewşa 10 welatiyan giran e. Welatiyên mayîn nava şewatê de dibêjin agir li qadek 50 kîlometreyî belav bû û ji ber ba û bablîsokê hem berfireh bû hem jî temirandina wê zehmet bû.

Şahidê Şewatê “Kehrebe qur bibû û dema kehrebe hat ji nişka ve agir bi zeviyê ket û belav bû ku ne şivan man û ne jî ajal man, tiştek nema.”

Şahidê: Şewatê: “Ev buyer wek qetlîamekê ye.”

Şahidê Şewatê: “Piştî ku kehrebe çû û hat agir ji qabloyan avê erdê û şewatê dest pê kir, pêşî me karîb em kontrol bikin, lê ji berk u bahoz hebu caree din belav bu, me nedikarî em çavên xwe vekin.”

Termên kesên jiyana xwe ji dest dayîn bo Dada Pizişkî ya Diyarbekir hatine rakirin û li vê derê jî rexne li saziya kehrebeyê hat girtin ku ji berê de li gundewaran pirsgirêka kehrebeyê li ser jiyana mirovan dibe gef û bergirî nayê wergirtin.

Parlementera Dem Partî ya Diyarbekirê Adalet Kaya got: “Pirsgirêka dîrekên kehrebeyê ji berê de heye. Qasî ku xuya dike ji ber qabloyên kehrebeyê şewat rû daye û ji nişka ve li qadek berfireh belav buye. Ji ber ku li qadek mezin belav bûye pêwîst bû ku ji aliyê hewayî ve mudaxale bihata kirin lê ev yek nehat kirin. Pirraniya kesên mirîn dema xebata temirandina agir de mirine.”

Aliyek sedema şewatê bi firêzeyan ve girê dide, aliyek jî dibêje ji ber dîrekên kehrebeyê rû daye, derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye vekirin û de sedema rastî piştî lêkolînê aşkere bibe.