Hejmara qurbaniyên şewata Mêrdîn û Diyarbekirê gihîşt 14 kesan

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmara canjidestdana şewata Mêrdîn û Diyarbekirê gihişt 14 kesan. Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dibêje, sedemê derketina şewatê ne diyar e.

Hejmara kesên ku di şewatên navçeya Çinar ya Diyarbekirê û navçeya Şemrex ya Mêrdînê de canê xwe ji dest dane, gihişt 14 kesan. Di şewatê de 70 kes jî birîndar bûne.

Li aliyê din, bi serpereştiya Cîgirê Wezîrê Navxweyê Tirkiyê Munîr Karalogulu li cihê şewatê lêkolîn hate kirin. Karaloglu got, lêkolînên serdozgeriyê didomin û hê sedemê şewatê diyar nebûye.

Bi gotina Karaloglu di şewatê de 15 hezar donim zeviyên çandî şewitîne û 556 ajel jî mirine.

Şeva bûrî li gundên Diyarbekir û Mêrdînê şewatek mezin derket. Aliyek sedema şewatê bi firêzeyan ve girê dide, aliyek jî dibêje ji ber dîrekên kehrebeyê rû daye, derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye vekirin û de sedema rastî piştî lêkolînê aşkere bibe.