Wezareta Bazirganiyê ya Îraqê: Heta niha zêdetirî 5 milyon tonên genim ji cotyaran hatine wergirtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Bazirganiyê ya Îraqê radigehîne, “Heta niha li sernaserî Îraqê 5 milyon û 200 hezar tonên genim ji cotyaran hatine wergirtin û piroseya wergirtinê berdewam jî dibe.”

Birêveberê Giştî yê Bazirganiya Danan li Wezareta Bazirganiyê ya Îraqê Heyder Nûrî îro (Yekşem, 23.06.2024) amaje da, “Armancên werzê berbazarkirina berhemê genimê sala 2024ê bi cih hatine, bi rêya wî genimê ku ji aliyê cotyaran ve tê berbazarkirin. Herwesa ev ji bo gehiştina astê xwejiyandinê û ewlehiya xwarinê jî amaje ye.”

Heyder Nûrî herwesa got, “Heta niha li sernaserî Îraqê 5 milyon û 200 hezar tonên genim ji cotyaran hatine wergirtin û piroseya wergirtinê berdewam jî dibe.”

Navbirî ron jî kir, “700 tonên par mane, em pêşbîniyê dikin ku berhemanîna genim li beranberî par du milyon tonan bilind bibe.”

Birêveberê Giştî yê Bazirganiya Danan li Wezareta Bazirganiyê ya Îraqê Heyder Nûrî li roja 18.06.2024ê ragehandibû, piroseya wergirtina genim ji cotyaran dê li roja 16 Tîrmeha bê bidawîanîn, lê ji ber sedema hebûna genimekî zêdetir ew jivan tê dirêjkirin.”

Navbirî amaje jî dabû, “Tevaya parêzgehên başûrê Îraqê gelek genim pêşkêş kiriye û îsal li beranberî par bi rêjeya 21% zêde bûye û mimkin e rêje bigehe 30% jî.”