Hejmara kuştiyên êrîşên li Daxistanê zêde bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê komara Daxistanê ya Rûsyayê Sergey Melikov ragihand, hejmara kuştiyên êrîşên terorîstî yên li Daxistanê bi ser 15 polîs û sivîlan ketiye.

Şeva borî du dêrên Ortodoks, kinîşteyeke Cihûyan û xaleke polîsên trafîkê li bajarên Dêrbent û Mehejkala yên Daxistanê rastî êrîşên teroristî hatibûn.

Serokê Daxistanê Sergey Melîkov di vîdyoyekê de ku li ser platforma xwe ya “Telegram” belav kir, tê de got: “Di êrîşên terorîstî yên şeva borî li Daxistanê de, 15 polîs û hejmarek sivîl hatine kuştin.”

Ji aliyekî din ve, jêderekî ji dezgehên qanûnê yên Komara Daxistanê ragihand, lêpirsîn bi Serokê Herêma Sergukkala, Magomed Umarov tên kirin, ji ber ku eger heye kurên wî di êrîşên terorîstî de beşdar bûne.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokomariya Daxistanê ragihand jî, di 24, 25 û 26ê Hezîranê de li komarê şîn hat ragihandin û hemû çalakiyên şahî û hunerî hatin hilweşandin.